Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilind ya CHP kir
behsa çend mijaran kirin.
Roja yekşem 05.09.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke bilinda Partiya Komariya Gel (CHP) ya Tirkiye û ya bi serokayetiya Oguzkan Salici Cîgirê Partiya Komariya Gel ya Tirkiyê kir.
Di hevdîtinê de Cîgirê Partiya Komariya Gel ya Tirkiye silavên serokê partiya xwe bi Serok Barzanî gihand û ji bilî balkişandina li ser dîroka guhertinên navxweya Tirkiye ragihand ku demokratxwazî dibê sedemek ji bo pêşketina navçeyê û bi pêwîst zanî ku aliyên demokratiyên navçeyê peywendiyeke dostane li gel hevdû hebê ji bo pêkanîna dadperwerî û pêşketinê. Her wiha tekez jî li girîngî û bandora Herêma Kurdistanê ya li navçeyê û Iraqê da kir û xwazyarê ewe bû ku peywendiyên di navbera her du aliyan berfirehtir û kûrtir bibin.
Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi germî bixêrhatina şanda mîhvanan kir û ragihand ku qederê gelên navçeyê eweye ku li gel hevdû bijîn û baştirîn rê jî ji bo wê jiyanê, birayetî û aştî û çareserkirina kêşeyan û nehiştina zimanê înkarkirina beranbere. Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku me hemû aliyek pêwîstî bi wê yekê heye sûd li ezmûn û şaşiyên berê werbigrîn û xizmeta aştî û pêkvejiyana di navbera gelan bikîn.
Pêşhatên siyasiyên dawî yên li ser asta navçeyê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê mijareke dinê vê civînê bûn.
Hêjayî gotinêye li vê hevdîtinê de Fazil Mîranî Sekreter û Zeîm Elî û Ce'fer Emînkî Endamên Mekteba Siyasî û Hoşyar Sîweylî Berpirsê Mekteba Navendiya Peywendiyên Derekiyên Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn.