• Friday, 17 May 2024
logo

Taliban merc bo Tirkiyeyê daniye

Gulan Media August 29, 2021 Nûçe
Taliban merc bo Tirkiyeyê daniye

di navbera wan de rêkeftin hatiye kirin.
Dibêje lazime hikûmeta me qebûl bike.

Hewldanên Tirkiyeyê yên bo parastin û îdare kirina balefirxaneya Kabilê berdewamin û Taliban merc daniye berdem Tirkiyeyê.

Li gor nûçeyeke malperea Middle East Eye, di navbera Taliban û Tirkiyeyê de li ser parastin û îdare kirina balefirxaneya Kabilê rêkeftinek hatiye kirin.

Li gor rêkeftina han vê Tirkiye hikûmeta Talibanê bi fermî binase û pişt re jî Tirkiye bi rêya kompaniyeke taybet ewlekariya balefirxaneya Kabil biparêze û li gel Qeterê bi hevbeşî di warê îdare kirin û organîze kirina firînên navnetewî de, balefirxaneyê îdare bikin.

Weke tê zanîn beriya niha Tirkiye eşkere kiribû ku hêzên xwe ji Efxanistanê navekêşe û li balefirxaneya Kabilê dimîne, lê jiber zextên Talibanê Tirkiye hêzên xwe vekêşa û Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan jî diyar kiribû ku hevdîtineke 3 seatî di navbera Tirkiye û Talibanê de hatiye kirin û Taliban daxwaza îdare kirina balefirxaneyê ji wan kiriye.

 

K24

Top