• Friday, 17 May 2024
logo

Serok Barzanî û Macron dicivin

Gulan Media August 29, 2021 Nûçe
Serok Barzanî û Macron dicivin

behsa rewşa siyasî ya giştî ya deverê dikin.
Piştî ku ji Mûsilê vegere vê li gel Serok Barzanî jî bicive.

Serokkomarê Franseyê Emmanuel Macron ku niha li Hewlêrêye, biryare danê sibê serdana bajarê Mûsilê, bike, kevra bingehîn ya çê kirina balefirxaneya Mûsilê deyne û pişt re jî serdana mizgefta mezin ya Mûsilê yaku ji aliyê DIŞIê ve hatibû teqandin bike.

Macron di çarçoveya serdana xwe ya bo Mûsilê de vê li gel nuner û rêspiyên Mesîhî yên deşta Nînovayê jî bicive û pişt re dîsa vegere Hewlêrê.

Li Hewlêrê piştî xwarina nana nîvroyê vê li gel Serok Barzanî bicive û di civînan de behsa gelek mijaran bi taybetî têkiliyên navbera Franse û Kurdistanê, pêşde birina têkiliyên han, rewşa siyasî ya deverê, rewşa Îraqê û rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê were kirin.

  • Weke tê zanîn Macron duhê serdana Bexdayê kiribû û di kongreya welatên cîran yên Îraqê de beşdar bibû û soza berdewamiya piştîvaniyên Franseyê bo Îraqê dabû.
Top