• Friday, 17 May 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Li gel Macron behsa çend mijarên girîng dikin

Gulan Media August 29, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Li gel Macron behsa çend mijarên girîng dikin

vê nîqaş li ser têkiliyên navbera Kurdistan û Franseyê were kirin.
Direngiya şevê Macron gehêşte Hewlêrê.

Direngiya şeva derbasbûyî Serokkomarê Franseyê Emmanuel Macron ji Bexdayê gehêşe Hewlêrê.

Li balefirxaneya Hewlêrê ji aliyê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li ser hesabê xwe yê twitterê nivîsandiye: Gelek kêfxweşim ku li Hewlêrê pêşwaziya Serokkomarê Franse û hevalê xwe Emmanuel Macron dikim.

Nêçîrvan Barzanî çend dêmenên dema gehêştina Macronê jî weşandiye û nivîsandiye: Di civînê de emê giftûgo li ser têkiliyên navbera Kurdistan, Îraq û Franseyê û çend mijarên din yên girîng bikin û spasiya Franseyê jî dikin jibo piştîvaniyên berdewam bo Kurdistan û Îraqê.

Piştî merasima pêşwaziya li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî û Macron bi tirimbîlek ku Nêçîrvan Barzanî ajovanî dikir ji balefirxaneyê ber bi cîhê bêhn vedana Macron birê ketin.

Top