• Saturday, 06 July 2024
logo

Aktora Kurd Dunya Guftarî: Ez dixwazim bi Behmen Qubadî re kar bikim

Aktora Kurd Dunya Guftarî: Ez dixwazim bi Behmen Qubadî re kar bikim
Aktora Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Dunya Guftarî ku beşdarî gelek rêzefîlm, Aktora kurtefîlm û fîlmên dirêj bûye, dibêje, ku ew dixwaze ligel derhênerê navdarê sînemayî yê Kurd Behmen Qubadî kar bike.

Dunya Guftarî aktoreke Kurd a ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Temenê wê 28 sal e û ew dora 15 salan e karê hunerî dike. Dunya beşdarî gelek şano û kurtefîlm û fîlmên dirêj û rêzefîlman bûye û çend xelat jî di festîvalan de wergirtine. Di vê hevpeyvînê de ligel Rûdawê, Dunya Guftarî behsa zanyariyên bêhtir derbarê karên xwe dike.

Rûdaw: Te kengî dest bi karê hunerî kir?

Dunya Guftarî: Min di 12 saliya xwe de destpê kir. Min muzîk nexwendiye, lê min bekaloryos di endazyariya komputerê de ji Zanîngeha Azadî li bajarê Tehranê wergirtiye. Min dixwest bi awayekî akademî hunerê bixwînim, lê mixabin li vir mirov nikare bi hunera xwe bijî. Ez bi niyet im di dahatû de hunerê bi awayekî akademî bixwînim.

Te di gelek warên hunerê de wek şano û fîlmên kurt û dirêj beşdarî kiriye, lê tu bêhtir ji kîjan hunerê hez dikî?

Ez bêhtir ji şanoyê hez dikim. Çimkî ez hest dikim ez di şanoyê de bêhtir dikarim şiyan û hestên xwe nîşan bidim. Piştî şanoyê, ez ji sînemayê hez dikim.

Dibêjin Dunya Guftarî ji rolên klasîk hez nake û hertim li rolên cuda digere?

Erê ez dixwazim rolên min cuda û zehmet bin. Çimkî bi vî rengî karê profesyonel pêk tê.

Tu salê beşdarî çend karan dibî?

Ez dixwazim karên ku wan bikim pir baş bin. Ev jî li gor hilbijartina karan dibe. Divê aktorê baş bi rolên cuda rabe û exlaqên wî/wê yên hunerî hebin.

Tu dixwazî bi kîjan derhênerê Kurd re kar bikî?

Ez dixwazim bi Behmen Qubadî re kar bikim.

Têkiliyên te bi hunermendên Herêma Kurdistanê re hene?

Min serdana Hewlêr û Silêmaniyê kiriye, lê têkiliyên min bi hunermendên wan re nînin. Ez ji karê Şiwan Etûf hez dikim û dixwazim pê re kar bikim. Lê têkilî di navbera min û wî de nîne.

Te mêr kiriye?

Erê, ez beriya 7 salan zewicîm. Hevjînê min karmendê Wezareta Çand û Îrşada Îslamî ye û pir alîkariya min dike.

Aktorên Kurd ên jin ne amade ne bi rolên erotîk rabin, nerîna te çi ye?

Eger ez xwe wek aktor bibînim divê ev yek normal be. Lê li Îranê karê wiha nabe. Eger mirov li derveyî Îranê be normal e.

Karê te yê herî dawî çi ye?

Fîlmekî sînemayê ye û ez tê de bi rola jinekê dilîzim ku xayîntiyê li mêrê xwe dike û dil dikeve hevalê mêrê xwe. Şevekê ku jina wî ne li mal e, ez pê re diçim mala wî. Li mala wî dizek heye û bi vî rengî em eşkere dibin. Lê mêrik û diz daku eşkere nebin newêrin dozê li dijî hev vekin. Di du mehên bê de, dê ev fîlm li sînemayên Îranê bê nîşandan.

Rudaw
Top