Serok Barzanî: Jidestdana Nadir Nadirov xesareteke mezin e
Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya nivîskar û zanyarê Kurd ê Kazaxistanê Profesor Nadir Nadirov peyama sersaxiyê belav kir û ragihand; rola Nadir Nadirov a bi bandor di yekxistin û serpereştiya karûbarên Kurdên Kazaxistanê û welatên Sovyeta berê de hebû û jidestdana wî xesareteke mezin e.
Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke zêde ve, min nûçeya koça dawî ya kesayetiyê zanistî û neteweyî yê ji civaka Kurdên Kazaxistanê Profesor Nadir Nadirov bihîst.
Nadir Nadirov zanayê navdar ê Kurd û xwediyê dehan kitêb û sedan lêkolînên zanistî bû û roleke wî ya bi bandor jî di yekxistin û serpereştiya karûbarên Kurdên Kazaxistanê û welatên Sovyeta berê de hebû û jidestdana wî xesareteke mezin e.
Serxweşî û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û navendên akademî û cemaweriyên Kurdên Kazaxistanê û hemû Kurdên welatên Sovyeta berê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji Xwedayê mezin hêvîdar im ruhê xwedê jêrazî Nadir Nadirov bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em Ji Xweda Hatin û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
24.08.2021