Peyama Serokê herêma Kurdistanê bo 75mîn salvegera damezrandina PDKê
dibêje PDK parêzerê pêgeha Kurdistanê ye.
Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo 75emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyamek belav kir û got “PDK li gel aliyên Kurdistaniyan de avaker û parêzvanê serekî yê statûya siyasî ya Herêma Kurdistanê û destkeftan û federalî û mafên destûrî yên wê ye.”
Serokê Herema Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo 75emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyamek belav kir.
Serokê Herema Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî salvegera damezirandina PDK pîroz kir û got “Di bîranîna damezrandina Partiya me da, germtirîn pîrozbahiyê li malbat û kesûkarên şehîdan, cenabê Serok Barzanî, Mekteba Siyasî, Serkirdayetî, tevahiya mekteb û deste û organan, kadîran, endaman, alîgiran û cemawerê Partî li her kû derê bin dikim. Bi rêz û rûmetê ve bîranîna tevahiya şehîdên Kurdistanê û wan hemû serkirde û têkoşer û Pêşmergeyên qehreman ku hemû jiyana xwe bi Kurdistanê bexşandine dikim.”
Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand “PDK partiyeke cemawerî ya zindî ye, îro piştî heftê û pênç sal temen û derbaskirina çendîn qonaxên cûda yên xebata eşkere û nihênî û şoreş û hukimraniyê, bi nûbûna berdewam û teba li gel giyanê serdem da, hê jî pêşenga xebata gelê Kurdistanê ya ji bo azadiyê ye. Li vê bîranînê de bi rêz û rûmetê ve bîranîna rêber û damezrênerê Partî, Barzaniyê Nemir û hevalên wî dikîn û silav û rêz ji bo giyanê wan dişînin.”
Herwiha Nêçîrvan Barzanî di peyamê de diyar kir “PDK li gel aliyên Kurdistaniyan de avaker û parêzvanê serekî yê statûya siyasî ya Herêma Kurdistanê û destkeftan û federalî û mafên destûrî yên wê ye. Bi tevahî bawerî bi yekrêzî û tebayî û pêkveyî, li gel hemû alî û pêkhatên Kurdistanê da heye, bi hêvî û baweriyê ve hengavan diavêje û kar ji bo jiyan û paşerojeke baştir ya ji bo gelê Kurdistanê dike.”
Serokê Herema Kurdistanê got jî “Partî xwediyê ezmûneke dewlemend a birêvebirênê ye. Rengvedana bîr û bernameya jiyandostane ya Partî (PDK) di hikûmetdariyê da, di girîngîdan û pêşxistina bi şiyanên jinan, lawan, xwendekaran û hemû çînên din de, wêneyeke sengînî bexşiye welat û rol û pêgeha wê ya li pêşketina ber bi çavê Kurdistanê li warê demokrasî, azadiyan, mafê mirov û wekheviyê da diyar û berbiçave û civaka Kurdistanî bi çendîn bihayên mirovî dewlemendtir kir.”
Nêçîrvan Barzanî tekez kir û ragihand “Destê dostayetiya Partî herdem ji bo hemûyan vekirî bûye. Bila ji hev cûda bîn, hilkirina me ya li gel cûdahiyên hevdu da, ezmûn û kultûra siyasî ya me dewlemendtir û berfirehtir û pêgeha me bihêztir dike. Li vê bîranînê de tekez li ser tebayî û wekhevî û pêkveyî ya li navbera tevahiya alî û pêkhatên Kurdistaniyan de dikîn ku take mîsogeriya parastina statûya Herêma Kurdistanê û destkeft û federalî û mafên me yên destûrê ne, wekî herdem jî destpêşxer, dakokîkar, hander û parêzerê wan dibe.”
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de wiha got “Bihêziya pêgeha Partî ku bingeha wê niştimanperwerî û dilsoziya serkirdayetî û endam û rêxistin û cemawerê wê ye, li gel dirustiya rêbaza wê ya siyasî, erk û berpirsiyariyên xwe zêdetir dike, eve jî plan û karê zêdetir li me dixwaze. Li vê bîranê de spasî yek bi yekê endam û cemawerên dilsozên Partî dikim ku herdem mînakê xweragirî, ked, niştimanperwerî û berpirsiyariyê bûn û bi navê azadî û serkeftina Kurdistanê de, hemû qurbaniyek dane.
Bilind û pîroz bê bîranîna 16ê Tebaxê, silav û rêz ji bo giyanê pak ê şehîdên Kurdistanê.”