• Saturday, 18 May 2024
logo

Serokê herêma Kurdistanê li gel balyozê Brîtanyayê civiya

Gulan Media August 10, 2021 Nûçe
Serokê herêma Kurdistanê li gel balyozê Brîtanyayê civiya

Brîtanya û Kurdistan dixwazên têkiliyên xwe berfiretir bikin.
Behsa çend mijarên rojevê kirin.

Îşev Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Brîtanyayê yê li Îraqê Mark Bryson-Richardson û şandeke pê re kir.

Di destpêka civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jiber destbikar kirina wî, pîrozbayî li balyozê nû yê Brîtanyayê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Di berdewamiya civînê de her du aliyan li ser mijarên weke, rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê, pêşde birina têkiliyên Kurdistan û Îraqê li gel Brîtanyayê, zêdetir kirina warê hevbeşiyê di navbera her sê aliyan de, hilbijartinên pêş yên Îraqê, rewşa ewlekarî û peresendinên dawî yên terorê, gef û êrîşên terorîstên DIŞIê, erkê hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê, hemahengiya navbera artêşa Îraqê û hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna DIŞIê û rewşa dawî ya belav bûna Koronayê û rûbirû bûna Koronayê li Îraq, Kurdistan û Brîtanyayê de, giftûgo kirin.

Di berdewamiya civînê de tekez li ser xwesteka Kurdistan û Brîtanyayê ya bo pêşde birina têkiliyên du alî hate kirin.

Rewşa navxweyî ya Kurdistanê, diyaloga steratejîkî ya navbera Amerîka û Îraqê, têkiliyên Kurdistanê li gel welatên derdor, rewşa Sûriye û pêşhatên dawî yên li deverê de mijarên din yên vê hevdîtina han bûn.

 

Top