• Saturday, 18 May 2024
logo

Serok Barzanî: Prof. Kinyaz di warê zanistî û edebî de gelekî xizmeta kurdan kir

Gulan Media August 9, 2021 Nûçe
Serok Barzanî: Prof. Kinyaz di warê zanistî û edebî de gelekî xizmeta kurdan kir

Serok Mesûd Barzanî li ser koça dawî ya rewşenbîr û siyasetmedarê kurd Kinyazê Îbrahîm peyamek belav kir û ragihand, Prof. dr. Kinyazê Îbrahîm mirovekî niştimanperwer ê kurdên Kazaxistanê bû. Xwedan rolek berçav di bihêzkirin û komkirina diyaspora kurd li welatên sovyeta berê de hebû, di warê zanistî û edebî de jî gelekî xizmeta kurdan kir.

Rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm duhî ji ber nexweşiya Koronayê li nexweşxaneya bajarê Almata yê Kazaxistanê koça dawî kiribû.

Peyama Serok Barzanî:

Bi xemgîniyek mezin me xebera koça dawî ya akademîsyenê kurd û serokê federasyona navdewletî ya kurdan li sovyeta berê prof. dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv bihîst.

Prof. dr. Kinyazê Îbrahîm mirovekî niştimanperwer ê Kurdên Kazaxistanê bû. Xwedan rolek berçav di bihêzkirin û komkirina diyaspora Kurd li welatên Sovyeta berê de hebû, di warê zanistî û edebî de jî gelekî xizmeta kurdan kir.

Ez serxweşiyê didim malbata û mirovên prof. Kinyazê Îbrahîm û endamên Federasyona Navdewletî ya Kurdên Sovyeta berê û kurdên Kazaxistanê û ez xwe şirîkê xema wan dibînim. Ji Xwedayê mezin dixwazim giyanê rehmetî bi behiştê berîn şad bike û sebir û hedarê bide her kesî.

 

 

 

Top