• Saturday, 18 May 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Prof. Kinyaz gelek xizmeta çand, ziman û wêjeya Kurdî kiriye

Gulan Media August 9, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Prof. Kinyaz gelek xizmeta çand, ziman û wêjeya Kurdî kiriye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya rewşenbîr û siyasetmedarê kurd Kinyazê Îbrahîm peyamek belav kir.

Rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm duhî ji ber nexweşiya Koronayê li nexweşxaneya bajarê Almata yê Kazaxistanê koça dawî kiribû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

Bi xemgîniyeke mezin min nûçeya koça dawî ya Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv, Serokê Federasyona Navdewletî ya Diyaspora Kurdan (FNDK) bihîst. Prof. Kinyaz mirovekî niştimanperwer, nivîskar û rewşenbîrekî naskirî bû. Gelek xizmeta çand, ziman û wêjeya Kurdî kiriye.

Ez serxweşiyê li malbata wî, mirov û hevalên wî dikim û xwe hevbeşê xema wan dizanim. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û hedarê jî bide hemûyan.

 

K24

Top