• Friday, 24 May 2024
logo

Serokê herêma Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî PSDK kir

Gulan Media August 9, 2021 Nûçe
Serokê herêma Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî PSDK kir

hêviya serkeftin û pêşkeftinên zêdetir bo wan dixwaze.
Jiber salvegera damezrandina partiya han ev peyam pêşkêş kiriye.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta salvegera damezrandina partiya sosiyal demorkata Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Sekreterê giştî, endam û alîgirên vê partiyê kir.

Nêçîrvan Barzanî rixmî ku hêviya sekeftin û pêşkeftinê bo partiya han xwestiye, herwiha eşkere kiriye ku bi rêzdarî ve li rola girîng û berçav ya vê partiyê ya bo parastina yekrêziya navbera aliyên Kurdî dimêzîne.

Barzanî heriwha hêvî xwestiye ku ev bîranîna han bibe sedema handana zêdetir ya vê partiyê bo domandina xebatên xwe yên siyasî û xizmet kirina berejwendiyên gelê Kurdistanê.

Top