• Saturday, 18 May 2024
logo

Li ser biryara Mesrûr Barzanî budceyeke taybet ji bo parêzgeha Helebceyê hat veqetandin

Li ser biryara Mesrûr Barzanî budceyeke taybet ji bo parêzgeha Helebceyê hat veqetandin

Li ser biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî budceyeke taybet bi qasî 480 milyon Dînar ji bo parêzgeha Helebceyê ji bo nexweşxaneya dermankirina pêketiyên kîmyabaranê hat veqetandin.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Ji bo girîngîpêdana bi rewşa tendirustî ya welatiyên xweşewîst ên Helebceya Şehîd ku pêketiyên çekên kîmyayî ne, piştî çalakkirin û destbikarbûna nexweşxaneya taybet bi dermankirina pêketiyan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî nîşan da ji bo dabeşkirina 480 milyon Dînar ji bo dabînkirina derman û pêwîstiyên bijîşkî yên mehane ji nexweşxaneya dermankirina pêketiyên kîmyabaranê li parêzgeha Helebceyê re.”

 

K24

Top