• Wednesday, 26 June 2024
logo

Serokwezîr li gel şandeke Îraqî civiya

Serokwezîr  li gel şandeke  Îraqî civiya

dibêje lazime kêşeyên heyî li ser esasê destûrê werin çareserkirin.
Behsa rewşa giştî ya Îraqê kirin.

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Îraqî bi Serokatiya Emîndarê giştî yê eniya Ezim Xemîs Xencer kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Îro şemî 10 Tîrmeha 2021an me pêşwaziya Emîndarê giştî yê hevpeymaniya Ezim ya Îraqê Xemîs Xencer kir.

Di civînê de me behsa rewşa giştî ya siyasî, ewlekarî ya Îraqê û têkiliyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta fedralî û girîngiya çareser kirina bingehîn ya kêşeyan li ser esasê destûrê kir.

Di berdewamiya civînê de me hilbijartinên pêş yên civata wezîran ya Îraqê nirxandin û tekez li ser vê yekê kir ku lazime hilbijartineke paqêj û azad be û maf û xwestekên tevahiya pêkhateyên Îraqê têde werin dabînkirin.

Top