• Wednesday, 26 June 2024
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî u Civata bilind ya abûriya Kurdistanê civiya

Serokwezîr Mesrûr Barzanî u Civata bilind ya abûriya Kurdistanê civiya

Bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.

Îro civata bilind ya abûriya herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Îro yekşem 4ê Tîrmeha 2021an me gerînendetiya civîna civata bilind ya abûriya herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, pere pêdana rewşa abûrî, rêkxistina dahatên giştî û baştir kirina rewşa jiyana welatiyan hate nîqaşkirin.

Di destpêka civînê de me tekez li ser vê yekê kirk u karê herî lipêş yê hikûmetê, dabîn kirina mûçeyê mûçexorên herêma Kurdistanê ye û bo vê yekê jî hikûmet tevahiya hewlên xwe bi tevger dike bo zêde kirina dahatên giştî û kêm kirina xerciyên nehewce bo ku bikaribin hevdem li gel dabîn kirina mûçeya mûçexoran, berdewam bin li ser pêşkêş kirina xizmetgozariyên giştî û cîhbicîh kirina projeyan û afirandina derfetên kar bo xelkê herêma Kurdistanê.

Di berdewamiya civînê de rêkxistina bac, risûmat û mekanîzma kom kirina bacan hate nirxandin û biryar hate dayîn ku Cîgirê Serokê hikûmetê organîzatoriya prosesa yekxistina bac û risûmatan bike.

Herwiha me ev yek anî ziman ku kabîneya 9an rêjeya bacê zêde nekiriye belku tenê rêbaza kom kirinê bacê û rêkxistina bacên ku beriya niha li gor qanûnê hatine diyarkirin, kom dike bêyî ku bandoreke xirab li ser rewşa jiyana welatiyan û bi taybetî çînên hejar û navendî yên civakê û liv û tevgerên bazirganî bike.

Di civînê de tekez li ser çê kirina hevsengiyan di navbera parastina berhemên xwemalî û diyar kirina buha û pêşî girtin ji qorxkirin û bilind bûna buhayan kir û wezaretên têkildar jî hatin pîverdarkirin bo cîhbicîh kirina ev şîretan bi liber çav kirina parastina berejwendiyên giştî bo bikarberên herêma Kurdistanê.

Di beşeke din ya civînê de bo karasanî kirin bo hêlbirêneran û nehêştina rûtîniyatê di çarçoveya karnameya kabîneya 9an de, biryar li ser dabezandina destilatên taybet bi kertên hêlbirînê, îzin dan bi projeyên hêlirînê, bo parêzgeh û îdareyên serbixwe.

Top