• Wednesday, 26 June 2024
logo

Rêveberiya rewşa hewaya Kurdistanê: Ev germa dê du rojên din jî berdewam be

Rêveberiya rewşa hewaya Kurdistanê: Ev germa dê du rojên din jî berdewam be

Rêveberiya rewşa hewayê ya Herêma Kurdistanê ragihand, ew pêla germayê ya ku ev çend roj in dest pê kiriye, dê du rojên din jî berdewam be.

Ev çend roj in pêleka germayê seranserî Herêma Kurdistanê û Iraqê vegirtiye. Tê gotin ku pileya germayê li hinek deveran 50 derbas kiriye.

Rêveberiya rewşa hewayê ya Kurdistanê jî ragihand, îro germtirîn bajar, Xaneqîn bû û pileya germayê jî 49 derece bû. Hêniktirîn cih jî Kanî Masê bû ku pileya wê 22 derece bû.

Rêveberiya rewşa hewayê daye zanîn jî, ew pêla germayê dê heta roja şemiyê (3 Tîrmehê) jî berdewam be.

 

 

Basnews

Top