• Monday, 29 April 2024
logo

Amerîka daxwaza vekirina lêkolînekê di kuştina Emîn Îsa de dike

Amerîka daxwaza vekirina lêkolînekê di kuştina Emîn Îsa de dike

Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê ji ber raportên behsa kuştina Emîn Îsa di girtîgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de dikin dilgiran e û daxwaza lêkolîneke dimildest û zelal dike.

Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê li Twittera xwe belav kir, “Amerîka ji raportên ku behsa mirina Emîn Îsa Elî di girtîgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk de nîgeran e. Em daxwaza despêkirina lêkolîneke dimildest û zelal dikin. Her kesê di ber vê destdirêjî yan serederiya xirap a bi girtiyan re berpirs be, divê were cezakirin.”

Emîn Îsa Elî ji 22ê Gulana borî ve ji aliyê asayîşê ve hatibû binçavkirin û pişt 27 rojan termê wî radestî malbata wî hatibû kirin. Malbata wî û papora bijîşkî dibêjin ku Emîn di bin îşkenceyeke tund de hatiye kuştin.

Emîn Îsa Elî ku endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ye, PDK-Sê jî bi daxuyaniyekê kuştina Emîn Îsa bi tundî şermezar kir û got: “Emîn Îsa di girtîgehên PYDê rastî eşkenceyên hovane hat û di bin eşkenceyê de hat şehîdkirin.”

Herwiha PDK-Sê daxwaz ji rêxistinên navdewletî yê mafên mirovan kir destêwerdan û lêkolînê di vê tawanê de bikin û tawanbar û kujerên Emîn bidin dadgeheke aşkere û bi çavdêriya navdewletî.”

 

 

K24

Top