• Wednesday, 26 June 2024
logo

Bavê Denîz Poyraz: Ew keça Kurdistanê bû

Bavê Denîz Poyraz: Ew keça Kurdistanê bû

 Li bajarê Îzmîrê merasima sersaxiyê ji bo keça Kurd, Denîz Poyraz tê encam dan. Denîz Poyraz roja 17ê vê mehê di encama erîşekê li ser navenda HDPê ya bajarê Îzmîrê hatibû kuştin. Malbata wê jî keça xwe weke şehîda Kurdistanê dibinîn. Bavê Denîzê dibêje “Denîz ya her çar parçeyên Kurdistanê bû. Ez destpêka bang li kek Mesûd dikim û nêzîkbûn û yekîtiya Kurdistanê dixwazim.”

Keça Kurd ya 38 salî Deniz poyraz, roja 17ê mehê li avahiya HDPê ya li bajarê Îzmîrê rastî êrîşa kesekî bi navê Onur Gencer hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Denizê sala 1994ê ji ber şerê li Bakurê kurdistanê ji navçeya Mehserta Mêrdînî koçber bûne û li taxa Çîmentepe ya izmîrê bicih bûne.

Bavê deniz poyrazê Adullîlah Poyraz ku di nava Kurdên Îzmîrê de zêdetir weke xalê Evdo tê nas kirin 4 jê keç 5 jê lav bavê 9 zarokan e. Denîz zaroka wî ya ji hemûyan mezintir bû û 3 kurên wî jî her ji kar û xebatên xwe yên siyasî di girtîgehê de ne. Xalê Evdo li taxa Çîmentepe taziya keça xwe daniye lê ew dibêje Denîz ne tenê keça min keça hemû Kurdistanê ye.

Evdo Poyraz bavê Denîz Poyrazê got “Denîz ji zarokiya xwe heta niha di nava partiyê de bû û karê partiyê dikir. Ciwaneka xebatkar bû. Denîz ne tenê Denîza me Deniza hemû Kurdan nû. Denîz ya her çar parçeyên Kurdistanê bû. Ez destpêka bang li kek Mesûd dikim û nêzîkbûn û yekîtiya Kurdistanê dixwazim.”

Dayîka Denîzê Fehîma lî avahiya HDPê ya li bajarê Îzmîrê weke xebatkar kir kar dike. Roja ku êrîş encam dide ji ber nexweşiya xwe nikare here kar. Denîz ji diya xwe daxwaz dike ku li şûna wê here kar. Fehima Xanim jî dema behsa keça xwe dike dibeje ew ji keça min zêdetir, weke hevala min bû û dayîka Denizê bi dilekî şewitî behsa dîlovanî û Kurdhezî û welatparêziya keça xwe dike

Fehîme Poyraz dayika Denîzê dibêje “Denîz keça Kurdistanê bû, layiqê vê rêyê bû, kesek ji partîyê bû. Li ser heddê xwe bû, gellek kesan ji wê hez dikir, derdoreke baş hebû kesek welatparêz bû.”

Malbata Denîz Poyraz Keça xwe weke şehîda Kurd û Kurdistanê dibînin û ew bi şanazî behsa tekoşîna wê dikin. Li gorî gotina mamê wê, Denîz heman demê gellek giringî bi kurdîaxaftinê daye û li derdora xwe jî weke kesekî Kurdîzan hatiye naskirin. Denîz heman demê bala xwe her dem daye dîrok û nirxên netewî yên Kurdan.

Mehmûd Poyraz mamê Denizê got “Bavê Denizê heta niha ji ber mesela Kurdî 2-3 caran hatiye girtin, Denîz jî ji Kurdiya xwe hez dikir. Ew li metropolan mezin bû dibistan li vir xwend lê dema bi Kurdî diaxivî, te digot qey Tirki nizane û niha ji Kurdistanê hatiye”

Li Bajarê Îzmîrê nêzîkî 175 hezar Mêrdînî dijîn. Denîz Poyraz jî yek wan bû birayekî 2 meh beriya niha ji girtîgehê derketibû çavê wê li rê bû ku rojekê xeberê azadkirina her sê birayên din wê bigehê wê lê xebera kuştina denizê bi destê nijadperestekî Tirk gehişte birayên wê yên li girtigehê

 

Rudaw

Top