• Tuesday, 30 April 2024
logo

Tûrîzma Soran: Ava sûlava geliyê Elî Beg kêm bûye lê çareya wê hatiye kirin

Tûrîzma Soran: Ava sûlava geliyê Elî Beg kêm bûye lê çareya wê hatiye kirin

Berpirsê tûrîzma bajarê Soran yê Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber kêmbûna baranê ava sûlava geliyê Elî Beg kêm bûye lê wan çareyek jê re dîtine.

Berpirsê tûrîzma bajarê Soran, Barzan Mihemed ji BasNewsê re got, ji ber kêmbûna şilî û baranê ava çem û kaniyan kêm bûye. Ev jî bûye sebeb ku ava sûlava geliyê Elî Beg kêm bibe.

Barzan Mihemed her wiha got, lê me çareyek jê re dîtiye û emê avê ji aliyê din yê gelî bikşînin nav sûlavê û ava wê bihêz bikin. Ji ber ku sûlava Elî Beg cihek tûrîstî ye û her sal gelek tûrîst serdana wir dikin.

Berpirsê tûrîzma Soran da zanîn jî, amadekarî xilas bûne û dê van rojane sûlav dîsa zindî û bihêz bibe.

 

Basnews

Top