• Saturday, 27 April 2024
logo

Komeleya Hêviyên Rengareng: Divê çareseriyeke daîmî ji karkirina zarokan re bê dîtin

Komeleya Hêviyên Rengareng: Divê çareseriyeke daîmî ji karkirina zarokan re bê dîtin

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ku hejmara zarokên karker gelekî zêde ye Rêveberê Komeleya Hêviyên Rengareng Umut Ciwan Aytaş diyar kir ku tenê bi rêkarên polîtîk dikarin rê li karkirina zarokan bigrin.

Rêveberê Komeleya Hêviyên Rengarengê Umut Ciwan Aytaş bi helkefta 12ê Hezîranê Roja Têkoşîna dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê de rewşa zarokên karker ên li parêzgeha Amedê û Tirkiyê bi giştî nirxand.

Umut Ciwan Aytaş got “Li cîhanê bi giştî berdêla şer û aloziyên aborî û sîyasî zarok didin. Di encam de hejmareke zêde zarok neçar dimînin ku bixebitin û gelek zarok jî ji ber mercên giran ên kar canê xwe ji dest didin. Rêxistina Kar a Navdewletî (ILO) di sala 2002an de bo karkirina zarokan jinav bibe 12ê Hezîranê wek Roja Têkoşîna Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanî ragihandibû. Lê mixabin her roj hejmara zarokên karker zêdetir dibe.”

Herwiha li gor amarên ILOyê li cîhanê bi giştî zêdeyî 160 milyon zarok kar dikin. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî li gor amarên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK) ku di dawiya sala 2020an de wek raportekê belav kiribû, hejmara zarokên karker derdora 2 milyonan e. Lê zarokên karker ên ku nehatine tomarkirin û zarokên penaber dema lê bên zêdekirin hejmar zêdetir dibe.

Aytaş balê dikşîne ser zarokên karker ên parêzgeha Amedê û dibêje “Li Amedê zarokên karker li serê her kolanekê hene. Temenê gelek ji wan zarokan di navbera 8 û 17an de ye. Li welatên ku pêşneketine hejmara zarokên karker hê zêdetir e û ev hejmar bi hatina pandemiyê hê zêdetir bûye. Li Bakurê Kurdistanê jî ne tenê ji ber sedemên aborî li ji ber polîtîkayên dewletê jî hejmar her diçe zêde dibe.”

Aytaş tekez kir ku tenê ne ji ber rewşa aboriya malbatê zarok kar dikin û dibêje “Lawazbûna perwerdê û jiyana civakî perçeyekî vê rewşê ye. Dema em li sedeman dinêrin diyar e ku divê çareseriyên daîmî bên dîtin. Ev jî berpirsiyartiya dewletê ye. Mafên zarokan di Peymana Mafên Zarokan a Navdewletî de hatine diyarkirin. Eger di vê çarçoveyê de kar bê kirin dê rê li ber karkirina zarokan jî bê girtin.”

 

Rudaw

Top