• Monday, 29 April 2024
logo

Di êrişa Îsraîlê de 8 serbaz û milîs hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê de 8 serbaz û milîs hatin kuştin

Di êrişên asmanî yên artêşa Îsraîlê de bo ser Şam, Hums û Hemayê de 8 serbaz û çekdarên ser bi hikûmeta Sûriyê ve hatin kuştin.

Li gor gotina Ramî Ebdulrehman, di encamê êrişa Îsraîlê de “herî kêm 5 endamên hêzên hikûmeta Sûriyê  û 3 çekdarên hevpeymanên wan hatin kuştin.”

Berpirsê Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdulrehman ragihand êrişa Îsraîlê bo ser binkeyeke hêzên asmanî bû li nêzikî gundê Xerbe Eltîn li derdora Humsê.

Ajansa SANA ya fermî ser bi hikûmeta Sûriyê ve ragihand ku Hêzên Berevaniya Asmanî yên Sûriyê bersiva êrîşên esmanî yên Îsraîlê dane li esmanê Şama paytexta Sûriyê ku ji aliyê Lubnanê ve êrîş hatibû kirin.

Firokeyên Îsraîlê li parêzgeha Humsê pêgehên hêzên hikûmetê û çekdarên ser bi Îranê ve armanc kiribûn. Lê heta niha ti daxuyanî ji aliyê Îsraîlê ve nehatine dayîn.

Ev êrîş piştî mehekê ji êrîşên ser parêzgeha Laziqiyê tên bo ser pêgehên çekdarên girêdayî Îranê.

Ji sala borî ve êrîşên Îsraîlê berdewam in li dijî  çekdarên ser bi Îranê ve ku li Sûriyê li dijî opozisyonê piştgiriya hêzên hikûmeta Sûriyê dikin.

Ji piştî şerê navxwe yê Sûriyê ve ji sala 2011an, Îsraîlê bi sedan êrişên asmanî li herêmên ciyawaz ên Sûriyê li dijî pêgehên hêzên hikûmetê û hêzên ser bi Îranê ve encam dane.

Top