• Monday, 29 April 2024
logo

Serokê hikûmetê li gel şanda danûstandinkar civiya

Serokê hikûmetê li gel şanda danûstandinkar civiya

dibêje lazime hikûmeta fedralî jî pêbendî projeyê be.
Şanda danûstandinkar ev çend roj bû li Bexdayê bû.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şanda danûstandinkar ya hikûmeta Kurdistanê li gel hikûmeta fedralî civiya.

Di civînê de giftûgo derbarê prosesa danûstandinên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta fedralî ya derbarê cîhbicîh kirina proje qanûna bûdceya fedralî de hate kirin.

Di civînê de şanda danûstandinkar naveroka civînê xwe yên li gel aliyên Îraqê eşkere kir û anî ziman ku di civînan de giftûgo li ser mekanîzma cîhbicîh kirina proje qanûna bûdceyê hatiye kirin û diyar kir ku vê dîwanên çavdêriyên darayî yên her  du aliyan li gor taybetmendiyan lihev bikin û bi vê rengî ti hincetek di destê wezareta darayî ya Îraqê de namîne ku para herêma Kurdistanê neşîne.

Di dawiya civînê de tekez li ser vê yekê hate kirin ku hikûmeta Kurdistanê pêbendî proje bûdceyê ye û lazime hikûmeta fedralî jî pêbendiya xwe bicîh bîne.

Top