• Monday, 29 April 2024
logo

HRE: 5 çete hatin kuştin, 9 jî birîndar bûn

HRE: 5 çete hatin kuştin, 9 jî birîndar bûn

çalakî di nava wan sê rojên dawî de pêk hatine.
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan de, 5 çete hatin kuştin û 9 çete jî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê, Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de, ev agahî hatin parvekirin:

"Di navbera rojên 26 û 31`ê Gulanê de, ji aliyên hêzên me ve, li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên bibandor hatin lidarxistin.

-Di roja 26`ê Gulanê de, li herêma Efrînê, li ser rêya Reco, di encama çalakiya sabotajê de 3 çete hatin kuştin, 7 çete jî brîndar bûn.

-Di roja 27`ê Gulanê de, li nêzî gundê Beradê yê navçeya Şêrawa, di encama çalakiya sekvanî de çeteyek hat kuştin.

-Di roja 30`ê Gulanê de, li gundê Til Malid a bajaroka Marê, di encama çalakiyek taybet de 1 çete hat kuştin, 2 çete brîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha doçkayek tevî pîkaba xwe hat ruxandin.

-Di roja 31`ê Gulanê de, li gundê Til Malid ya bajaroka Marê, hêzên me çalakiyek din li dar xistin. Encama vê çalakiyê nehat zelalkirin. Di heman rojê de, li pêşiya bajaroka Marê, li hember çeteyên dagirker çalakiyek din hat lidarxistin. Encama vê çalakiyê jî nehat zelalkirin. Di  heman rojê de, li gundê Qitmê ya navçeya Şera, li hember çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin.

Bi giştî di wan çalakiyan de, qasî ku hat zelal kirin 5 çete hatin kuştin, 9 çete jî brîndar bûn."

Ji anhayê hatiye wergirtin.

Top