• Sunday, 19 May 2024
logo

Dayikeke ji Qamişlo: Hêzekê avête ser mala me û kurê min birin

Dayikeke ji Qamişlo: Hêzekê avête ser mala me û kurê min birin

Li Rojavayê Kurdistanê ev mehek û 20 rojin welatiyekî bajarê Qamişlo yê bi navê Rakan Mihemed Melek hatiye girtin û heta jî çarenivîsa wî nayê zanîn.

Dayika wî xortî, Cemîla Mehmûd ji Rûdawê re ragihand, roja 9ê Nîsanê derange şevê hêzekê avête ser mala wan û lêgerîn û pişkinîn kirin, û kurê wê ku 2 zarokên wî hene bi xwe re birin.

Dayika wî xortî diyar kir, ew nizanin ew hêz kê bûne û ji ber çi avêtine ser mala wan û kurê wê girtine.

Cemîla Mehmûd ji Rûdawê re wiha got: “Kabûkên (çûkên) min dilerizîn, saet 9ê şevê bû, keçek bi wan re bû, ji min re digot dayê rûne, dayê rûne. Lavo çi bûye, lavo çi di mala me de ye, weke ku ez ji mala xwe bitirsim, ew çi di xaniyê me de ye, lê geriya, ez rabûm min ew derî vekir û ew derî vekir. Ez dixwazim lavê min nîşanî min bidin, ez dixwazin bizanim tawana lavê min çî ye, ez dixwazim bizanim lavê min çi kiriye ku îro ew bû mehek û bîst roj bê agahî û bê zanyarî ew birine, du zarokên wî hene, gotegota wan e bavê me ka bavê me ka. Em du sê pîrek di hundir de rûniştî ne, ne kesek û ne tiştek. Yek di malê de pênc rojan kar neke, ew mal wereqe têde tune ye, raste yan nerast e…, ez lavê xwe dixwazim, lavê min bê sûc û bê sedem girtine, eger hinik jê qehirî bin, eger hinekan gelajiya wî kiribin, bila xweşik bêjin.”

Cemîla Mehmûd dibêje, heta niha jî ew nizanin kurê wê Rakan Mihemed li kuderê ye, ji ber çi hatiye girtin û bi çi tiştî hatiye tometbarkirin û daxwaza berdana kurê xwe dike.

 Rudaw

Top