• Monday, 29 April 2024
logo

2 kurdên Efrînê di bin eşkenceya çekdaran de hatin kuştin

2 kurdên Efrînê di bin eşkenceya çekdaran de hatin kuştin

Zincîreya revandin, eşkencedan û kuştina welatiyên kurd ên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê berdewam e. Çekdaran di kesên din di bin eşkenceyê de kuştin.

Çalakvanên Efrînê belav kirin, welatiyê kurd Kawa Omer ê ji gundê Dargirê yê ser bi navçeya Mabeta ve di zîndana Rayî de di bin eşkenceya hovaneye ya çekdaran de hatiye kuştin.

Li gor zanyariyên çalakvanan, Kawa Omer (32 salî) di meha Îlona 2019an de ligel hevjîna xwe ji aliyê grûpa El-Hemzat a ser bi Tirkiyê ve hatibû revandin û heta niha jî çarenivîsa hevjîna wî ne diyar e.

Ji aliyekî din ve çalakvanên Efrînê ragihandin, pîrejina bi navê Mewlîde Numan yê ji gundê Bazîkê yê ser bi navçeya Cindirêsê ve duhî di zîndana Rayî de di bin eşkenceya çekdarên El-Hemzat de hat kuştin.

Mewlîde Numan pîrejineke 64 salî ye û ji meha Nîsana 2019an ve bi tometa pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re hatibû revandin.

Duhî çekdarên El-Hemzat malbata Mewlîde Numan agahdar kirin ku ew bi celteya dil canê xwe ji dest daye û ji wan xwastiye ku termê wê werbigirin.

Zîndana Rayî li gundê Rayî yê li bakurê bajarê Babê ye û di destê grûpa El-Hemzat a ser bi Tirkiyê ve ye û li gor zanyariyan nêzîkî 600 revandiyên kurdên Efrînê tê de girtî ne û rastî eşkenceyên hovane tên.

Li gor zanyariyên sazî û rêxistinên mafên mirovan, ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, nêzîkî 50 welatiyên kurd di bin eşkencedeya hovane ya çekdaran de hatine kuştin.

 

K24

2 kurdên Efrînê di bin eşkenceya çekdaran de hatin kuştin
Top