Li Kirmaşanê kolberek hat kuştin
Li bajarokê Serpêla Zehaw yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd di êrîşa pasdarên Îranê de hat kuştin.
Malpera Mafên Mirovan a Hengaw ragihandiye, roja 26ê vê mehê li devera Teng Hema ya bajarokê Serpêla Zehaw li parêzgeha Kirmaşan, komek kolber rastî êrişa pasdarên Îranê hatin.
Li gorî agahiyan, di wê êrîşê de kolberekî Kurd bi navê Qubad Rehmanî (28 salî) û xelkê gundê Remk yê Kirmaşanê hat kuştin.
Li gorî amarên Hengaw, di heyama meha borî de herî kêm 24 kolberên Kurd di êrîşa pasdarên Îranê de hatine kuştin û birîndar bûne.