• Monday, 29 April 2024
logo

Li bajarê Edene yê Tirkiyê 2 jin hatin kuştin

Li bajarê Edene yê Tirkiyê 2 jin hatin kuştin

Li bajarê Edene yê Tirkiyê di êrişeka çekdarî de du jin hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, şeva borî li devera Kozan ya bajarê Edene yê Tirkiyê, du jin kuştî hatin dîtin.

Li gorî agahiyên polîs, ew her du ji dema di nav otomobîla xwe de bûne, rastî êrişa çekdarî hatine û hatine kuştin.

Navê yek ji wan jinan Tûgçe Dûman (27 salî) û navê ya din jî Mele Şemo (24 salî) û xelka Sûriyê bûye.

Roja 11 vê mehê jî li Edenê di êrişeka çekdarî de 3 ji birîndar bibûn.

 

Basnews

Top