• Tuesday, 23 April 2024
logo

Li çiyayê Hesenbeg mezintirîn pirojeya tûrîstî tê çêkirin

Li çiyayê Hesenbeg mezintirîn pirojeya tûrîstî tê çêkirin
Berpirsê tûrîzma bajarê Soran ragihand, li çiyayê Hesenbeg mezintirîn pirojeya tûrîstî tê çêkirin.

Berpirsê tûrîzma Soran, Barzan Mihemed ji BasNewsê re got, çiyayê Hesenbeg cihekî balkêş û tûrîstî ye û her sal gelek tûrîstên navxwe û derve serdana wir dikin û kêf dikin. Ji ber wê jî me biryar da li wir pirojeyeka tûrîstî pêk bînin.

Barzan Mihemed her wiha got, ew piroje dê ji aliyê sektora taybet ve were pêkanîn.

Bi gotina berpirsê tûrîzma Soran, ew piroje dê di demek nêzîk de dest pê bike.

Çiyayê Hesenbeg 2 hezar û 533 metr bilind e û dikeve bakûrê rojhilatê bajarê Soran. 22 km dûrî Soran e û dikeve navbera deverên Balekayetî û Biradost.

basnews
Top