• Tuesday, 30 April 2024
logo

Li Amerîkayê zarokxaneya Kurdî

Gulan Media March 23, 2021 Corane
Li Amerîkayê zarokxaneya Kurdî
Li wîlayeta Virginyayê ya Amerîkayê di zarokxaneyeke taybet de ji bo zarokên Kurd dersên ziman û çandê tê dayîn. Birêveberê Zarokxanê Niyaz Helebceyî dibêje ew gelek kêfxweş e xizmeteke wisa pêşkêşî zarokên Kurd dike.

Niyaz Helebceyê ku ew bixwe xelkê Helebceyê ye li wîlayeta Virginayayê di zarokxaneyeke taybet de derzên çand û zimanê kurdî dede zarikên Kurd.

Niyaz Helebceyî ragihand ku ew 20 sal e li Amerîkayê dijî û bi piştgirya malbatan çand û ziman fêrî zarokan dikin.

Helebceyî di derbarê mijarê de ji Rûdawê re got “Ji bo ku zarokên Kurd yên li derveyî welat dijîn, Çand û zimanê xwe jibîr nekin, min xwes xizmeteke wisa bidim. Ji ber vê yekê jî ez pir kêfxweş im. Bi piştgirya malbatan, em çil û bergên netewî, stran, govend û xwarinên Kurdî hînî zarokan dikin.”

Helebceyî diyar kir ku ji bo Newrozê wan çalakiyeke taybet li darxist “ me zarokan hînî gotina `Newroza we pîroz be` kir. Wan jî govend gir û kêf kirin.”

Herwiha helebceyî got “Zarok di nav cil û bergên netewî de pir xweşik xuya dikin. Keç weke şaciwanan bûn. Ya herî xweş ew bû ku dema zorokek dikete, hevalên din alîkariya wî dikirin kû wî rakin, kefiya wî datanîn serê wî. Ev mînakeke alîkariyeke pir xweş bû.”

Rudaw
Top