• Friday, 29 March 2024
logo

Dîkî xwediyê xwe kuşt

Dîkî xwediyê xwe kuşt
Li başûrê Hindistanê ligel qedexeyan dîka berî hev didin û di dema şerekî wisa de dîkê reviya bû sedema mirina xwediyê xwe.

Rayedarê polêsan B. Jeevan diyar kir ku li gundê Lothunur a ser Telanganaya eyaleta Hindistanê dîkan berî hev dan û dîkê ku bi piyê wî va jilêt hatibû girêdan ji dika şer reviya û xwediyê xwe birîndar kir.

Jeevan destnîşan kir ku dîk bi jilêta pê ve girêdabû ranê Thangulla Satis yê xwediyê xwe yê 45 salî jê kir û xwediyê dîk dema ber bi nexweşxaneyê va dibirin ji ber xwîna wî zêde çû canê xwe ji dest da.

Piştî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin û hejmarek kes jî hatin desteserkirin.

Li seranserê Hindistanê hevberdana dîkan qedexe ye, lê ligel hemû qedexeyan li eyaletên başûr ên Hindistanê yên wek Telangana, Andhra Pradeş, Tamîl Nadu û Karnatakê hê jî şerê dîkan tên kirin.

Rudaw
Top