• Friday, 26 April 2024
logo

Romana Keçên Kobanî li Amerîkayê hat belavkirin

Gulan Media February 18, 2021 Corane
Romana Keçên Kobanî li Amerîkayê hat belavkirin
Romana “Keçên Kobanî” a nivîskara Amerîkî Gayle Tzemach Lemmon hat çapkirin û êdî dinya qehremaniya şervanên jin ên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li dijî DAIŞê bixwîne. Pirtûk 288 rûpelan pêk tê.

Romana “Keçên Kobanî” ku biryar e ji aliyê Hillary Clinton û keça xwe ya bi navê Chelsea Clinton bibe rêzefîl duh Duşemê 16ê Sibata 2021an hat belavkirin.

Nivîskara romana Keçên Kobanî, li ser fîlmê axifî û got, dê li Amerîka û cîhanê bi milyonan kes temaşe bikin û şerê keçên Kobanî li dijî terorîstên DAIŞê bibînin.

Gayle Tzemach Lemmon behsa Wezîra Derve ya Amerîja ya berê Hillary Clinton kir û got, dê romanê bike fîlmeke cîhanî û li seranserê dinyayê belav bibe.

Romanivîsa Amerîkî, di hevpeyvîneke xwe de ligel televîzyoneke Amerîkî got ew bûyerên gelekî dramîtîk dike bûyereke însanî û pêşkêş dike.

Lemmon Herwiha got, mayîna wê di nava şervanên keç ên Kobanî de bandoreke mezin li ser wê çêkir, wê tecrubeya mayîna xwe di nava wan şervanan de derbasî romanekê kir.

Lemmon dibêje, tiştê ku bêhtir hîşt ew romana keçên Kobanî binivisîne, şehîdbûna şervaneke Kurd bû, wê şervana şehîd berî alîkariya wan kiribû, di romalkirina şerê li dijî DAIŞê de.

Bi gotina Lemmon her keçeke ku wê romanê bixwîne û li fîlmê temaşe bike, dê xwe têde bibîne.

Roman behsa çîroka wêrekiya jinên Kurd dike, ku di rêzên Yekîneyên Parastina Jinan de li Kobanî rûbirûyî DAIŞê bûne.

Rudaw
Top