• Friday, 29 March 2024
logo

Valentine li Hewler

Gulan Media February 15, 2021 Corane
Valentine li Hewler
Roja 14ê Sibata her sal weke Roja Evîndariyê-Valentine tê naskirin û di vê rojê de evîndarên cîhanê gul û diyariyan ji hev re dikirin û pêşkêşî hev dikin û peymana xwe ya evîndariyê nû dikin, lewma ev roj weke rojeke taybet tê dîtin.

Li seranserê cîhanê di 14ê Sibatê de bi helkevta Roja Evîndariyê gelek merasim û çalakî tên lidarxistin. Tevî ku îsal Roja Evîndaran di jêr bandora pandemiya Covid-19 de ye, lê dîsan jî kesên evîndar rêyekê jibo nîşandana evîna xwe peyda dikin.

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê jî hin çalakî bi vê helkeftê hatin lidarxistin.

Li hejmarek zanîngehên taybet û herwiha li ser Kela Hewlêrê ya dîrokî çalakiyên weke dayîna gulên sor, muzîk, suwariya hespan û xwendina helbestan hatin sazkirin.

Top