• Friday, 29 March 2024
logo

Li Kelarê cîh û wareke dîrokî hat dîtin

Gulan Media February 9, 2021 Corane
Li Kelarê cîh û wareke dîrokî hat dîtin
Berpirsekî rêveberiya cîh û warên dîrokî li Germiyanê aşkera kir, piştî dîtina çend cîh û warên dîrokî li bajarê Kelarê, amadekarî tên kirin bo dest bi karên li wê deverê bê kirin, lê çend rojên borî de ji ber barîna baranê ew kar hatibûn ragirtin.

Berpirsê ragehandina rêveberiya cîh û warên dîrokî yê Germiyanê Mihemed Elî îro 09.02.2021ê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Karên kolandin û kontrol kirinê yên ji bo dîtin û derxistina cîh û warên dîrokî yên zêdetir li sînorê qeza Kelar a navenda îdareya Germiyanê 3 roje ji ber barîna baranê hatibû ragirtin.’’

Herwaha got: ‘’Dawiya heftiya borî di dema encamdana projeyekî şaredariya Kelarê de çend cîh û war ên nêzîk bazara Kelarê aşkera bûn ku ji çar gor û çend cîheke din ê dîrokî pêktên hatin dîtin. ‘’

Navborî got, ew cîh û war li gor pêdeçûnên me dîroka wan diçe heta sedsalên berî zayînê, naha jî piştî wê pêla barîna baranê 3 rojên borî kolan rawestabû, lê îro em dê dest bi karên xwe bikin.

Basnews
Top