• Friday, 29 March 2024
logo

Îsota Kurdî bo 107 welatan tê hinardekirin

Gulan Media January 15, 2021 Corane
Îsota Kurdî bo 107 welatan tê hinardekirin
Hinerdekirina îsota, ku li bajarên Bakurê Kurdistanê tê berhemanîn, di sala 2020an de li gor salên pêştir ji sedî 30 zêde bû û rêjeya hinardekirina wê gihîşt 7 milyon û 637 hezar dolaran.

Li gor daneyên Yekîneya Hinardekirinê ya Rojhilatêbaşûrê Anadoluyê, di sala 2019an de bi qasî 5 milyon û 876 hezar îsot hate hinardekirin. Di sala 2020an de jî li gor sala pêştir ji sedî 30 zêde bûye û gihîşte 7 milyon û 637 dolaran.

Îsota ku li bajarên Bakurê Kurdistanê tê hinardekirin, bo welatên weke Almanya, Erebistana Siûdiyê, Brîtanaya, Holanda, Fransa, Swêd, Kanada, Îtalya, Amerîka, Kamerun, Macaristan, Tanzanya, Estonya, Kongo, Vietnam, Etiyopya, Kostarika, Gabon û Romanya bi giştî bo 107 welatan tê hinardekirin.

Hinardekirina îsota Bakurê Kurdistanê bo welatên derve 2 hezar û 571 ton bûye.

Îsot herî zêde bi rêjeya 755 ton bo Almanyayê hatiye hinardekirin, piştî Almanya, bi 477 tonan Erebistana Siûdiyê û bi 220 tonan Brîtanya tê.

Serokê Encûmena Borsaya Bazirganî ya Rihayê Îsa Kizildemîr diyar kir ku ji bo xelkê “welatê îsotê Rihayê” cihê kêfxweşiyê ye ku berhamanîna îsotê zêde bûye û welatên dervey tê hinardekirin.

Îsa Kizildemîr da zanîn ku werza îsotê ya 2020an berhemdar bû û wiha pêde çû: “Zêdebûna rêjeya hinardekirinê ji bo me cihê kêfxweşî ye. Dinya nû pê cejna îsotê dihese. Ez di wê baweriyê de me kesek ku carekê tahm bike dê ti caran êdî dest jê bernede. Her sala paştir e rêje hinardekirina îsota herêmê zêdetir dibe. Ji bo vê jî dirûşmeyek me heye ‘Êşa me mezin e, lê keyfa me di cih de ye’. Ez hêvî dikim ku di sala 2021ê de ev rêje zêdetir bibe.”

Rudaw
Top