• Saturday, 27 April 2024
logo

Kesekî bi qasî 240 milyon dolar bitcoin hene lê şîfreya xwe jibîr kiriye

Gulan Media January 15, 2021 Corane
Kesekî bi qasî 240 milyon dolar bitcoin hene lê şîfreya xwe jibîr kiriye
Stefan Thomas, bernamesazekî Almanî ye ku tenê du carên din şensê wî heye şîfreya hard drive ya xwe taqî bike ku şîfreya hesaba wî ya dravên dîgîtalî tê de heye û hesaba wî jî bi bihayê 240 milyon dolar bitcoin li xwe digire.

Thomas niha li Amerîkayê dijî, nêzikî 10 sal berî niha li beramber fêrkirina çawaniya bikaranîna çend bernameyên kompûterê 7 hezar û 2 bitcoin wergirtin ku wê demê nirxê bitcoin bi qasî îro giran nebû.

Nirxê yek bitcoin wê demê ji 2 ta 6 dolar bû, lê niha nirxê bitcoinekê digihije 34 hezar dolaran. Dema Thomas bitcoin wergirtin li hesaba xwe danîn û şîfreya hesaba xwe jî li hard drive bi navê IronKey ku taybet e bi hilgirtina şîfreyan, danî. Lêbelê Thomas niha şîfreya hard drive jibîr kiriye ku bizane şîfreya hesaba wî ya bitcoinê çi ye!

Stefan Thomas derbarê wê rewşa ku niha tê de ye dibêje, “Hinek caran li cihê xwe hizra wê dikim, paşê dibêjim, biçim bi rêyeke din vekim û diçim ser kompûterê, lê dibînim ku bi vî şûweyî encamek nabe û dûbare bêhêvî dibim.”

Thomas heta niha 8 caran şîfreya hard drivê taqî kiriye lê xelet bûye û eger 2 carên din jî şîfreya xwe xelet binivîse, ew hesab tê girtin û careke din veneba.

Destpêka îsal bihayê diravê dîgîtal bitcoin karî hejmareke nû tomar bike û di heyama mehekê de bihayê bitcoin ji 17 hezar dolaran gihişt 40 hezar dolaran.

Sedema vê bilindûna bilez vedigere ser zêdebûna daxwaza li ser wî dravî ku tê pêşbînîkirin bibe yek ji samanên bawerpêkirî.

Herwiha ji aliyê platforma Paypal ve û bi rêya dravê elektîronî dikare kirîn û firotin pê bê kirin. Sedema sêyem jî ew e, sindoqên weberhênanê jî niha zêdetir ji berê girîngî bi vî dravî didin û miamele pê dikin.

22ê Gulana 2010an bitcoin kete kar, wê rojê bihayê yek bitcoin ji destpêkirina pêkanînê ve berdewam di bilindbûnê de bû, bi corek ku dema hat pêkanîn bihayê wê 0.008 dolar bû, lê di heyama 5 rojan de bihayê wê ji %1000 bilind bû û bû 0.08 dolar.

Destpêkê bi 10.000 bitcoin 2 pîzza dihatin kirîn, wate her pîzzayek bi 5.000 bitcoin bû, lê niha bihayê tenê yek bitcoinê 40 hezar dolar e. Hevdem ev dravê digîtal berdewam dadikeve û bilind dibe û zêdetirîn guherin bi ser bihayê wê de tê, lewma weberhêner û kesên miamele pê dikin divê gelek hişyar bin.

Bihayê bitcoin ji destpîêka serhildana vîrusa Coronayê nêzikî ji %700 zêde bû. Di heyama 3 hefteyên derbasbûyî de bihayê wî dravê dîgîtal bi rêjeya ji %50 bilind bû. Du hefte berî niha bihayê her bitcoinekê 20 hezar dolar.


Top