• Friday, 26 April 2024
logo

Ji bo dersa online di nav berfê de bi saetan dimeşin

Gulan Media January 4, 2021 Corane
Ji bo dersa online di nav berfê de bi saetan dimeşin
Xwendekarên gundê Osyan ê ser bi navçeya Berwarî ve li parêzgeha Sêrta Bakurê Kurdistanê di seqayekê de ku pileya germê li jêr sifrê 12 ye, rojane çend demjimêran di nav berfê de dimeşin ta ku xwe digihînin bilindahiyekê li derdora gund ji bo ku ji xwendina xwe paş de nemînin.

Xwendekarek dibêje, “Em dixwazin înternet û torên peywendiyê bo me bên danîn. Her roj em 3 kîlometre dimeşin, bêhna me çik dibe, lingên me req dibin û destên me gelek diwestin.”

Li Bakurê Kurdistanê nebûna tora peywendî ya telefon û înternetê li navçeyên dûr, yek ji pirsgirêkên sereke ye li ber proseya xwendina online. Li beşeke gund û navçeyan tora peywendî ya telefonê nîne û her ji ber wê yekê jî jêrxana înternetê tê de nehatiye danîn.

Xwendekarek din dibêje, “Ez êdî naxwazim li vir, dixwazim li malê waneyên xwe bibînim.”

Piştî ku yekem pêketiyê Coronayê roja 11ê Adara sala derbasbûyî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hat ragihandin û ji ber belavbûna wê şewbê deriyên dibistanaj hatin girtin û bi rêya kenalekî televîzyonî (EBA) yê ser bi Wezareta Perwerde ya Tirkiyê ve bo qonaxên seretayî û navendî proseya xwendinê ji dûr destpê kir.

Li gor amaran heta niha zêdetir ji 2 milyon û 300 hezar kes li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa Coronayê ketine û roj bi roj amara pêketiyan zêde dibe û ev yek jî rêgirî li asayîbûna proseya xwendinê dike, lewma piraniya xwendekaran bi rêya online waneyên xwe dixwînin, lê beşek ji xwendekarên Bakurê Kurdistanê ji ber nebûn an jî lawaziya jêrxana xwendina online, rastî pirsgirêk û zehmetiyek mezin tên.

Rudaw
Top