• Saturday, 20 April 2024
logo

Xelka Rojava Cûdî Zekeriya xwendevana nimûneyî li Iraqê derket

Gulan Media January 3, 2021 Corane
Xelka Rojava Cûdî Zekeriya xwendevana nimûneyî li Iraqê derket
Xwendevana xelka Rojavayê Kurdistanê Cûdî Zekeriya Hûserî li ser asta hemû Iraqê weke xwendevana nimûneyî derket.

Cûdî Zekeriya Hûserî ku bavê ji Efrînê ye, dayika wê ji Serê Kaniyê ye û ew xwe jî li Hewlêrê dijî, li ser asta hemû Iraqê weke xwendevana nimûneyî derket.

Cûdî Zekeriya Huserî, keça nivîskar û lêkolînvan Zekeriya Huserî ye û Cûdî li ser asta hemû Iraqê weke xwendevana nimûneyî derket û dê ji aliyê dezgeha Dar El Meda ve were xelatkirin.

Cûdî di sala 2020an de, 79 pirtûk xwendine.

Temenê Cûdî 15 sal in û piraniya pirtûkên ku xwendiye wêjeyî ne, weke roman û çîrok.

Herweha dayika Cûdî Hêvî Mela Derwîş jî di sala 2020ê de 150 pirtûk xwendine, lê ji ber temenê wê yê biçûk keça wê Cûdî weke xwendevana nimûneyî li ser asta hemû Iraqê hate diyarkirin û dê di rojên bê de ji aliyê Dar El Meda ve were xelatkirin.

Rudaw
Top