• Friday, 26 April 2024
logo

Jineke Kurd wek yek ji jinên herî afirîner ên Rojhilata Navîn hate hilbijartin

Gulan Media December 29, 2020 Corane
Jineke Kurd wek yek ji jinên herî afirîner ên Rojhilata Navîn hate hilbijartin
Cemîle Mehdî Kakeyî ji aliyê Netewên Yekgirtî ve wek yek ji jinên afirîner ên Rojhilata Navîn hate hilbijartin. Niha jî ew di wê rêxistinê de Berpirsa Doseya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê ye.

Cemîle jineke kurd a Kakayî ye, li Îranê di kampeke penaberan de ji dayik bûye, di 13 saliya xwe de ji ber zexta civakî zewicî ye, lê piştre di rijd bûye ku bixwîne û xwe bigihîne.

Cemîle di hevpeyvînekê ligel Netewên Yekgirtî de, behsa wê yekê dike ku di destpêka zewacê de, li gund jiyaneke wan a dijwar hebû û pir westiyayî bûn, ji ber vê yekê ew difikirî ku jiyana wan biguhere û baştirîn bijarde jî ew bû, vegere xwendinê.

Ji ber vê yekê Cemîle xwend û piştre dest bi çalakiyan kir, da ku mafên mirovan bi giştî û mafên jinan bi taybetî biparêze. Cemîle niha jî, di Netewên Yekgirtî de wek Berpirsa Dosyaya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê ye.

K24
Top