Li Dêrsimê hatina sala nû bi çalakiya 'Gaxan'ê hat pîrozkirin
Li Dêrsimê welatiyan hatina sala nû bi çalakiya “Gaxan”ê pîroz kirin. Kevneşopiya Gaxanê ya ku hindik maye bê jibîrkirin di hefteya dawîn a Kanûnê de tê pîrozkirin.
Di çalakiya bi destê şaredariyê hat lidarxistin de kalek û mêrekî xwe xist şûna bûkê, kesekî alîkar yê ser û çavên xwe reş boyax kiriye li kuçeyan geriyan û sala nû ya welatiyan pîroz kirin.
Çalakiyê li Meydana Seyîd Riza berdewam kir, şêrînayî li welatiyan hat belavkirin.
Endamê Koma Şanoyê ya Areye Kayê Yilmazcan Şare ragihand ku çanda Gaxanê di nav çandên qedîm de cih digire lê hindik maye bê jibîrkirin.
Yilmazcan Şare derbarê vê kevneşopiyê de wiha agahî da: “Di lîstika Gaxanê de 4 kes hene. Kesekî kal, mêrekî ku xwe kiriye wek jinan, kesekî eşya dikşîne û kesekî rûyê xwe bi boyaxa reş boyax kiriye. Her yek xwedê wateyekê ye, Kevneşopiya Gaxanê di 21ê Kanûnê dest pê dike û 5 rojan dewam dike. Wareya wê pêşwazîkirina sala nû û oxirkirina sala berê ye.”
Kal Gaxan çi ye?
Kal Gaxan yek ji kevneşopên herêma Dêrsim û Erzinganê ye ku bi windabûyînê re rû bi rû maye.
Kal Gaxan pîrozbahiyeke kevnar a Kurdên Elewî yên herêma Sêwaz, Dêrsim, Erzingan, Çolig û Mûşê ye ku hebûna wê gihîştiye dema îroyîn.
Her çiqas derheqê koka peyva Gaxan lêkolînên zanistî nehatibin kirin jî, koka wê bi zazakî/kirmanckî ye û tê wateya navê mehê dawî ya salê. Bi vî havî; peyva gaxan bi zimanê kirmanckî/zazakî ye û tê wateya "meha kannû".
Bi pîrozbahiya kevneşopa Kal Gaxan xatir ji sala derbasbûyî tê xwestin û sala nu tê pêşwazîkirin. Pîrozbahiya Kal Gaxan di sêyemîn hefteya kanûnê de destpê dike û heya yekemîn hefteya çileyê berdewam dike. Şêşema pêşîn heya sê roj rojî tê girtin. Rojiya ku sê roj diajo tê wateya sê mehên zivistanê ku dê dijwar derbas bibin. Li cihên pîr, murşît û dedeyan cem têne lidarxistin.
Zarok sibehê zû radibin, cilên xwe yên herî xweşik li xwe dikin û digel Xal Xek (kalê pîr) diçin diyarî kom bikin. Ew giş bi hev re diçin li deriyan dixin, bi gotina Gaxanê şima bimbarek bo! (Kal Gaxan li we pîroz be!) xwediyê malan silav dikin û stran û kilaman leystoka Xal Xek dilîzin, da ku diyariyên xwe bistînin. Gel wek diyarî behîv, gûz, mewij (tiriyê hişk), hêrûgên hiş û hwd didin zarokan. Xwarinên ku bi vî havî hatine komkirin li malekê têne kelandin, yên ber mayî jî ji malbatên feqîr re tên belawkirin. Ew xwarinên ku tên amadekirin bi giranî xwarinên ji ardê ne. Mirov hevîra ku jê re dibêje zerfet bi rûn û dewa bi sîr re tev dide, dikelîne û dixwe. Li malan xwarinên wek pesare û dane tên kelandin. Ji malên ku meriv ser lê dixe re lîstika Kal Kek tê lîstin. (Çavkanî: Wîkipediya)
Rudaw