• Thursday, 02 May 2024
logo

Li Colemêrgê cara yekem pêşangeha peykeran hat vekirin

Gulan Media December 24, 2020 Corane
Li Colemêrgê cara yekem pêşangeha peykeran hat vekirin
Li Colemêrgê ji aliyê akademîsyenek Zanîngeha Colemêrgê ve pêşangeheke peykeran hat lidarxistin. Girîngiya pêşangehê ew e ku cara yekem e li Colemêrgê pêşangehek a peykeran hatiye vekirin. Akademîsyena Peykersaz Firdews Saglam dide zanîn ku dê heta 28ê Berfanbar pêşangeh vekirîbe.

Li Colemêrgê pêşangehek ku heta niha nehatiye vekirin hat lidarxistin. Pêşangeh ji aliyê Akademîsyena Zanîngeha Colemêrgê ya Beşa Hunerên Ciwan Fîrdews Saglam ve hat amadekirin ku cara yekem e li Colemêrgê pêşangeha peykeran tê li darxistin.

Berhemên pêşangehê li ser formen nêr û mê hatine sazkirin. Firdews Saglam dibêje ew naxwaze berhem wek jin û zilam werin famkirin û amaje dike ku di cîhanê de her tişt li ser bingeha nêr û mê çêbûne û hemû formên xwezayê nêr û mê ne. Akademîsyena peykersaz tîne zimên ku kelecanek cuda û hêstek xweş e ku wê li Colemêrgê xebatek wisa kiriye.

Firdews Saglam ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Ez gelek keyfxweş im. Ev pêşangeha min a çarê ye. Min 2 pêşangeh li derveyî welêt jî li dar xistin. Min xwest berhemên ku min li Colemêrgê afirandine bi Colemêrgiyan re parve bikim. Niha ez dibêjim baş e kum in pêşangehe wisa li Colemêrgê li dar xistiye. Hêvî dikim ku rojekê Colemêrg bibe dile hunerê.”

Di pêşangehê de rayedar û nûnerên saziyên sivîl ên bajêr jî beşdar bûn û kêfxweşiya xwe ji pêşangehê anîn zimên û bal kêşandin ku gelek girînge li Colemêrgê bi cureyên rengîn ên hunerê organîzasyonên wisa werin li dar xistin û bang hate kirin ku Colemêrg her dem amade ye ku mazuvaniya xebatên hunerî bike.

Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Colemêrgê Servet Taş jî eşkere kir: “Colemêrg xwediyê dîrokeke qedîm û dewlemend e. Ji ber wê em hêjayî û girîng dibînin ku xebatên wisa hunerî li vê derê bêne kirin. Em dixwazin xebatên wisa zêdetir bibin.”

Mamosteyê Seramîkê Yilmaz Onay diyar dike: “Cara yekem e ku li Colemêrgê pêşangehek wisa tê li darxistin. Pêşangehên wisa çiqas werin lidarxistin dê rê li ber xebatên din ên hunerî jî vebe. Ez kêfxweş im ku xebatek wisa hatiye kirin.”

Pêşengeha Peykeran a ku bi rêbazên ciyawaz û keresteyên cuda hatiye amadekirin rastî eleqeyeke baş tê û Peykersaz Firdew Saglam dide zanîn ku bo kesên bixwazin serdana pêşangehê bikin dê pêşangeh heta 28ê Kanûnê vekirî be.

Top