Qahir Bateyî: Piştî îslamê gotinên biçûkxistina jinê derbasî çanda Kurdan bûne
Weşanxaneya Sîtavê pirtûkekî 4 cildî li ser gotinên pêşiyan û bav û kalan bi navê “Gotinên Pêşiyan” belav kir û 50 hezar gotinên pêşiyan di wan 4 cildan de hene ku her cildek 1214 heta 1248 rûpelan e ku dike nêzîkî 5 hezar rûpelan. Ev ferhenga herî mezin û berfireh a gotinên pêşîyan e.
Gotinan Pêşiyan ji aliyê nivîskar û lêkolîner Mehmet Oncu ve hate amadekirin û ji aliyê Weşanaxeneya Sîtavê ve hate belavkirin.
Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê nivîskar Qahir Bateyî beşdarî bernameya Radyo Rûdawê ya “Hello Kurdistan” bû û têkildarî beşdarbaûna xwe bo Pêşangeha Pirtûkan a li Silêmaniyê û berhema Gotinên Pêşiyan axivî.
Qahir Bateyî diyar kir ku nivîskar Mehmet Oncu bixwe ji 50 hezar gotinên pêşiyan nêzîkî 30 hezar gotin ji qadê berhev kirine û ew berhema encama xebata 33 salan a Oncu ye û got: “Niha 15 berhemên din ên folklora Kurdî yên Oncu ji bo çapkirinê di destê me de ye. Herwiha niha dest bi nivîsandina roman li ser kesayetên dîrokî yên Kurdî kiriye.”
Bateyî da zanîn ku gotinên pêşiyan û bav û kalan ji her parçeyên Kurdistanê hatine berhevkirin, lê piranî gotinên devera Şirnex, Amed, Semsûr Meletî û Rihayê cih digire çimkî bi demeke dirêj nivîsakarê pirtûkê Mehmet Oncu li wan bajaran maye û lêkolînên xwe kirine.
Gotinên pêşîyan li gor beşên wan beş beş ji hev hatine cudakirin. Bi giştî ji 235 beşan pêk tê. Mînak: Gotinên pêşîyan yên li ser jinan, gotinên pêşiyan yên li ser mêrxaziyê, gotinên pêşiyan yên qencî û xirabiyê û hwd.
Bateyî diyar kir ku di berhemê de zêdetirî 2 hezaran çîrokên gotinên pêşiyan cih digirin û wan çîrokan jî berhem dewlemendtir kiriye û herwiha di berhemê de zêdetirî 4 hezar peyvên ku zêde nayên zanîn, an jî di ferhengan de cih nagirin bi dîpnotan hatine şîrovekirin.
Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê diyar kir ku ew berhemên xwe bi rêya kargoyê bo her derê cîhanê dişînin û eleqeyeke baş ji bo berhema Gotinên Pêşiyan heye û bi taybetî Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên li welatên Ewropayê gelek daxwaza pirtûkê dikin.
Qahir Bateyî eşkere kir ku di gelek gotinên pêşiyan de rûmeteke mezin ji bo jinê tê dayîn, lê di hinek gotinên pêşiyan de jî jin hate biçûkxistin û wiha pê de çû: “Dema mirov temaşe dike dibîne ku di gotinên pêşiyan ên Zerdeştî, Êzidî û Yarsaniyan de biçûkxistina jinê nîne. Gotinên biçûkxistina jinê piştî îslamiyetê bi çanda Ereban têkilî çanda Kurdan bûye. Di çanda Kurdî ya kevnar de biçûkxistina jinê nîne û berevajoyê wê rûmeteke jinê ya berz heye. Eger em vegerin çanda kevnar a Kurdan em dê bibînin ku jin pêşeng e, jin civakê birêve dibe. Ev çand heta îro jî hatiye. Niha jî di dema şer navbera eşîran de diqewime eger jinek biçe bikeve nav şer û destmala serê xwe ji serê xwe bike ew şer radiweste. Ev yek jî nîşan dide ku civaka Kurdan rêzê ji jinê digire.”
Rudaw