Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê bi daran lingên destkird çê dike
Xal Hisên Gile, di rojên sar û gerim de li çiyayan e. Ew li her der û quncikê çiya li pey kole-darên hişikbûyî digere.
Li van çiya eger kesek wî nas neke, nizane ku 21 sal in ew bi lingekî destkird çiya bi çiya diçe.
Hisên Mihemedî, Hostayê Çêkirina Lingên Dar, dibêje, ew razî nebûye bi lingên ku bo hatibûn çê kirin û diyar dike, lingên ku bo wî dihatin çê kirin yan bilind yan nizm bûn û wî jî dest bi çêkirina lingên dar kiriye.
Navê wî yê rastîn Hisên Mihemedî ye, bi Xalo Hisên Gile hatiye naskirin. Ew rûniştvanê gundekî sînorî yê Merîwana Rojhilatê Kurdistanê bûye.
Sala 1999an, di dema vegeryan ji Başmaxa başûrê Kurdistanê, ketiye ser maynekê û lingekî xwe ji dest daye.
Nerazîbûn ji wan lingên pilastîkî ku jêre hatibûn çêkirin, bûye sedem ku bibe şarezayekî çêkirina lingên destkird.
Ew bi şarezayiya xwe darên bihiyê yên hişkbûyî peyda dike. Her li wir bi bivir û tevçiyan kar dike û dibe bo kargeha xwe.
Xal Hisên ji miroveke tendirûst zêdetir kar ji lingê xwe yê destkird dikşîne. Ew tenê di xema xwe de nîne, ew di xema hemû wan kesan de ye ku weke wî ne. Kargeheke biçûk daniye û ji xelkê re lingên dar çêdike.
Lingekî destkird di bazara azad de bi 20 hezar tûmenê Îranî ye, lê wî ewqasî nirxa lingekî destkird kêm kiriye, ku ti kesekê xema pere nebe.
Hisên Mihemedî dibêje, “Dixwazin xizmetê bikim, her kesek tê aliyê min bi pereyekî kêm ling bo çê dikim.”
Hevçarenivîsên Xalo Hisên li Rojhilatê Kurdistanê gelek in. Herî kêm 30 kes ji welatiyên bajarê Merîwan û gundên derdor, berhema destên Xalo Hisên kirine lingên xwe û pê dimeşin.
Hevjîna kêmendamekê dibêje, ew lingê dar ê ku Xal Hisên bo hevjînê wê çê kiriye gelek baş e.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 4 milyon û 200 hezar hektar erd hatiye maynrêjkirin ku zêdetirî nîva wê li nav axa Rojhilatê Kurdistanê de ye. Yên din jî li navçeyên Erebnişîn in.
Ji bilî 3 hezar kesên ku bi sedema mayinan canê xwe ji dest dane, 7 hezar kes jî birîndar û astengdar bûne.
Rudaw