• Tuesday, 30 April 2024
logo

Li Duhokê keçeka 19 salî pirtûkekê bo kesên nabîn amade dike

Gulan Media December 8, 2020 Corane
Li Duhokê keçeka 19 salî pirtûkekê bo kesên nabîn amade dike
Keçek 19 salî ya Duhokê di dema kerentîneyê de kareke taybet kiriye, wê bi rêya xetê Braille pirtûkek bo kesên nabîna amade kiriye, pirtûk bi navê “Peyvên Ciwan” ji nivîsîna Nîhad Hisên ku ji zimanê Kurdî û înglîzî bo Braille veguhestiye.

Rêjîn Ehmed aa 19 salî yekem keç e li Duhokê pirtûkek bi destxetê Braille vediguheze bo kesên nabîna.

Pêşwaziyeke baş ji vê pirtûkê hatiye kirin û kesên nabîna hem li Hewlêr û hem jî li Silêmaniyê daxwaza wê pirtûkê dikin.

Li parêzgeha Duhokê bêhtir ji 1400 nabîna û kêm bîn hene û heta niha ti zixmeteke giring ji bo wan di warê çapa pirtûkan de nehatiye pêşkêşkirin

Amadekara pirtûkê Rêjîn Ehmed dibêje: “Me xwendevanên nabîna hene. Heya niha em pê agahdar nebûne ku pirtûkek Kurdî bo wan kesên nabîna hebe. Eger pirtûkên bi xeta Braille hebin jî ew bi zimanê Erebî yan jî Îngilîzî ne. Ez dibêjim di navbera xwendevanê nabîna û yên din de tu cudahî nîne ew jî dikare bibe kesek jêhatî û min got pêwîstî bi pirtûkan heye. Ev despêkek bû, hêvîdarim dê berdewam be.”

Rêjîn Ehmed herwiha got ku wan bes kariye 6 pirtûkan çap bikin, ji Hewlêr û Silêmaniyê jî daxwaza pirtûkan dikin, lê ew bes dikarin yek pirtûkê bo wan bişîne çimkî li Duhokê pêwîstî bi heye.

Li gor gotina xwediyên pirtûkxaneyan heta niha ti pirtûkek bi xeta Braille ya Kurdî bo kesên nabîna nebû û lewma heta niha ew ji xwendina Kurdî bê par bûn.

Xwediyê pirtûkxaneyê Ewab Ehmed jî dibêje: “Hebûna kesên çalak û taybet nabîn ew zêditir pê dihesên ku tiştek ji wan kêm e. Heta niha ew ji xwendina pirtûkên Kurdî mehrûm bûn.”

Li parêzgeha Duhokê zêdeyî 1400 nabîna û kêm nabîna hene û heta niha çi nivîskar û weşanxaneyan di vî warî de taybet ji bo wan tiştek nekiriye.

Rudaw
Top