• Thursday, 18 April 2024
logo

Li Wanê amadekarî tên kirin Kanala Şamranê ya 3,000 salî bikeve lîsteya UNESCOyê

Gulan Media December 7, 2020 Corane
Li Wanê amadekarî tên kirin Kanala Şamranê ya 3,000 salî bikeve lîsteya UNESCOyê
Li Bakurê Kurdistanê, Şaredariya Naveya Artemêtan a Wanê ji bo ku Kanala Şamranê ya avê ya dîrokî bikeve lîsteya mîrata cîhanê ya UNESCO amadekariyên xwe qedandin.

Amadekarî tên kirin daku Kanala Şamran a Avê ya 3 hezar salî ku di dema dewleta Urartuyan de hatiye çêkirin û bi 51 km dirêjahiya xwe wek şûnwareke nûwaze ya endezyariya avê li ser asta cîhanê tê qebûlkirin, lîsteya mîrata cîhanê.

Kanala Şamranê derdora 3 hezer sal berê ji aliyê Şahê Urartu Menua ve ji bo avê ji navçêya Payîzava ya Wanê veguhêze navenda bajêr, hatiye avakirin, heta îro jî li pê maye û hê jî yek ji şûnwarên herî giring ên avahîsaziyên serdema Urartuyê ye ku hê jî bi kar tê. Piştî projeya bi navê “ Korîdora Pêşketina Urartuyê” ya ji aliyê Şaredariya Artemêtan ve hatiye amadekirin, niha jî ji bo Kanala Şamranê ku di dîrokê de weke kanala avdanê ya herî kevn tê zanîn, bikeve lîsteya mîrata cîhanê, amadekariya serlêdana UNUESCOyê tê kirin.

Serokê Şaredariya Artemêtan Îsmaîl Say di derbarê serlêdana ji bo vê kanala dîrokî ya avê de ji Rûdawê re axivî û hêvî kir, ev pêngav ji bo herêmê bibe pêngaveke xêrê.

Say di derbarê giringiya Kanalê de jî axivî û got, avahiyek wisa nûwaze divê di lîsteya mîratê de cih bigre. Serokê Şaredariyê Say di derbarê xebatên ji bo Kanala Şamranê de jî got, “Me projeya xwe ya “Korîdora Pêşketina Urartuyê” qedan. Pîştî rota Riya Lîkya yekem riya rêwîtiya Tirkiyê, me riya rewîtiya Wanê ya di Tirkiyê de duyem ê me anî herêma xwe. Li herêmê di çarçova Hefteya Tevgerê ya Ewropayê de em vê kanala dîrokî bi bisiklêtê pêlik dikin. Niha jî me destbi pêvajoya ku Kanala dîrokî ya 3000 salî ji bo bikeve nav lîsteya"Mîrata Cîhanê ya Unesco" kiriyê. Ji niha ve li Artemêtana me û herêma pîroz be.”

Kanala Şamrana ya Dîrokî

Kanala Şamrana Dîrokî ji aliyê Şahê Urartuyê Menua ve Beriya Zayînê di navbera salên 810-786an de hatiye çêkirin.

Dirêjahiya Kanala Şamranê (Kanala Menua) nêzikî 51 km ye, ji deşta Payîzavayê ve ava vexwarinê ber bi paytext Tûşba û Deşta Wanê vediguhast.

Çavkaniya avê li bilindahiya 1760 metre li ser asta deryayê ye û cihê lê bi dawî dibe bilindahiya avê li ser asta deryayê 1700m ye.

Taybetiyak kanalê ya din, navê Menua li ser gelek nivîsarên kanalê hatiye nivîsandin.

Şamran yek ji palewanê sereke yê di çîrokeke evîndariya mîtolojiya Ermeniyan de ye. Bî vî navî keybanûyek Asûrî jî heye. Menua li dora vê kanalê ji bo keça xwe Tarîra bax û baxçe çêkirine.

Rudaw
Top