• Tuesday, 23 April 2024
logo

Li Amedê ji bo sêhrê lingê pisîkê birîn

Gulan Media December 7, 2020 Corane
Li Amedê ji bo sêhrê lingê pisîkê birîn
Ev heyama demekê ye diyardeya birîna lingên pisîkan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê belav bûye û tê îdîakirin ku lingên pisîkan bo sêhrê tên bikaranîn. Belavbûna behs û xwesteka bikaranîna lingên pisîkan ên qutkirî bo sêhr an cadûgeriyê di nav xelkê de, ajeldost aciz kirine û daxwaz dikin li Tirkiyê yasayeke taybet bi parastina ajelan bê derxistin.

Di vê dema dawî de li çend bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê diyardeya birrîna lingê pisîkan derketiye holê. Ev diyardeya han çend roj e zêde bûye û tê îdîakirin ku lingên pisîkan bo sêhrê wate cadûgeriyê tên bikaranîn.

Ev pisîk çend roj berî niha ji aliyê keçekê ve ku ligel bavê xwe ji dema pisîk ji dayîk bûye xwarinê dide wan, li Taxa Diclekent ser bi bajarokê Peyasê navenda bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê di jêrzemîna avahiyekê de hat dîtin ku lingên wê hatibûn jêkirin.

Keça pisîkê xwedî dike Esra Cebe got: “Rojek berê lingên wê tendirûst bûn, direviya û dileyîst. Doh demjimêr yek û nîvê piştî nîvro çûm xwarê bow ê jêrzemîna lê dijiyan, li wê derê min pisîk dît, piyên wê hatibûn jêkirin. Min yekser anî klînîka me.”

Çareserkirina pisîkê hêj berdewam e, ajeldost jî nîgeran in ku ev diyardeya nemirovane berfireh bibe û jiyana gelek pisîkan bikeve metirsiyê.

Veterîner Nûrhan Kahraman jî got: “Dema min pisîk bi wî halî dît, di rewşeke asayî de min wiha zanî bûyera trafîkê çêbûye yan di cihekî de maye asê, lê ew cihê hatiye birrîn hewqasî eşkere xuya ye ku ji aliyê kesekî ve hatiye birrîn.”

Belavbûna behs û xwesteka bikaranîna lingên pisîkan ên qutkirî bo sêhr an cadûgeriyê di nav xelkê de, ajeldost aciz kirine û daxwaz dikin li Tirkiyê yasayeke taybet bi parastina ajelan bê derxistin.

Derbarê mijarê de Veterîner Tuba Goklu jî wiha axivî: “Bêguman bûyerên cuda hatine ba me, lê ev ya herî bi êş bû. Mixabin me xelekî xem xwar. Yekem car e bi gîrî em çûn neştergeriyê. Divê hişyar bin, ev tawan e, eger rê li ber neyê girtin bi pêl zêde dibe. Karvedanên li ser torên civakî baş bûn, hinek kes hene hevkariya me dikin û peyaman ji me re dişînin, lê em di xema wê de ne û em dixwazin ev rewş nebe tiştekî normal.”

Bo dîtin û cezakirina wan kesên ev kar kirine bi fermi doz hatiye tomarkirin û bi hevkariya hêzên ewlekariyê yên Amedê gera bi pey wan de destpê kiriye.

Rudaw
Top