• Friday, 26 April 2024
logo

Li zozanên Bedlîsê 800 ton hingiv hat berhemanîn

Gulan Media December 6, 2020 Corane
Li zozanên Bedlîsê 800 ton hingiv hat berhemanîn
Li zozanên navçeya Xîzan a Bedlîsa Bakurê Kurdistanê, ji kewarên hatibûn danîn îsal 800 ton hingiv hat derxistin û ji bilî bazara navxwe beşek ji wî hingev bo welatên derve têne hinardekirin.

Kewarên mêşên hingiv ên ku di mehên biharê de li zozanên navçeyê tên bicîkirin ji ber taybetiya xwe rastî eleqeyê tên.

Îsal ji wan kewarên hatibûn danîn qasî 800 ton hingiv hat derxistin û li navxwe û dervayê welêt jî ji bo kirîna hingiv siparîş hatin dayîn.

Kîloya hingivê kewarê di navbera 200 û 350 lîreyî de tê firotin û ji dahata hingiv navçe jî sûdê werdigire.

Rudaw
Top