• Thursday, 18 April 2024
logo

Kurdek dirêjtirîn pantolonê cîhanê didirû

Gulan Media December 3, 2020 Corane
Kurdek dirêjtirîn pantolonê cîhanê didirû
Kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê dest bi dirûna pantolonê herî dirêj yê cîhanê kiriye û dixwaze navê xwe li Pirtûka Guinness tomar bike.

Xwendekar Keleş ku xelkê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye û li Swîsrê dijî û karê cildûrinê dike.

Ew xeyatê (terzî) Kurd dest bi dirûna dirêjtirîn pantolonê cîhanê kiriye. Keleş ku xebata xwe berdewam dike, armanca wî ew e pantolonekî bi dirêjiya 70 metre bidirû.

Xwendekar Keleş derbarê xebata xwe de ji Rûdawê re ragihand, dirêjahiya pantolonê ku kar li ser dike 70 metre ye û kemera wî jî 40 metre ye.

Keleş dibêje, “ev 4 hefte ne em mijûlî dirûna pantolon in” û aşkere dike ku plana wan ew e, di 6 mehan de ew pantolon temam bibe.

Xwendekar Keleş diyar dike ku tîma wan ji 83 kesan pêk tê û tekez jî dike ku eger di dema destnîşankirî de temam bibe ew pantalon bi navê wî û ekîba wî dê bikeve Pirtûka Guinness ya Rekorên Cîhanî.

Rudaw
Top