• Saturday, 20 April 2024
logo

Hikûmeta Kurdistanê 162 projeyên çandiniyê radigihîne!

Gulan Media November 28, 2020 Corane
Hikûmeta Kurdistanê 162 projeyên çandiniyê radigihîne!
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo veberhênana berhemên çandiniyê yên xwemalî 162 projeyan dê hefteya li pêş me ragihîne.

Taybet ser sînorê Îranê re berhemên çandiniyê bi qeçaxî û bê kontrol tên Herêma Kurdistanê. Lewma berhemên xwemalî li bazarê nayên firotin û dirizin.

Ji cotkarên Kurdistanê Goran Salih ji Kurdistan24ê re dibêje, "Ji ber ji Îranê berhemên qeçax tên, yên me hêdî hêdî xirab dibin, têk diçin û nayên firotin."

Lewma Hikûmeta Kurdistanê ji bo piştevaniya berhemên xwemalî projeyan amade dike. Her wiha dê ji bo berhemên biyanî sînorek were danîn.

Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şikrî dibêje, wan li destpêkê lêkolînek kiriye ka ji bo xelkê Herêma Kurdistanê çi pêwîst e dê li gorî wê encamê projeyan cîbecî bikin.

Heta niha 31 projeyên çandiniyê bi sermayeya 835 milyon dolaran hatine encam dan. Hefteya li pêş me 162 projeyên veberhênanê dê ji aliyê hikûmetê ve werin ragihandin.

K24
Top