• Thursday, 28 March 2024
logo

Xelata Fexrî Ereb dan jineke Kurd

Gulan Media November 25, 2020 Corane
Xelata Fexrî Ereb dan jineke Kurd
Xelata Fexrî Ereb dan Rêvebera Giştî ya RT Bankê ya li Herêma Kurdistanê Hemîla Ebdulstar Gerdî.

Ev 20 sal e her sal Xelata Fexrî Ereb ji aliyê hejmareke saz û dezgehên Erebî ji bo kesên ku di warê zanistî û karê bankî de afirandinê dikin tê pêşkêşkirin.

Merasîma Xelata Fexrî Ereb a îsal îro Sêşemê 24ê Mijdara 2020an li Dubeyê hat sazkrin.

Rêvebera Giştî ya RT Bankê ya li Herêma Kurdistanê Hemîla Ebdulstar Gerdî xelata îsal a Fexrî Ereb wergirt.

Hemîla Ebdulstar Gerdî ji Rûdawê re got: “Ez wek kesek Kurd bi wergirtina vê xelatê serbilind im. Ez spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku piştgiriya min kirin. Em ji jina Kurd daxwazê dikim ku Kurdbûna xswe ji bîr neken û bila bê rewastandin xwe pêş bixin û ji karkirinê şerm nekin û li hemberî astengiyan li ber xwe bidin. Herwiha ez spasiya Rûdawê dikim ku weşana vê merasîmê dike.”

RT Bank li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê yekem sazî ye ku ew xelat wergirtiye.

Hemîla Ebdulstar Gerdî bi boneya serkevtina xwe di rêveberiya bank û pêşxistina sistema bankevaniyê de hate xelatkirin.

Rudaw
Top