Dersîm-Jiber berf û pûkê rêya 25 gundan hat girtin
![Dersîm-Jiber berf û pûkê rêya 25 gundan hat girtin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/d4650eec3594f177650e7a79740dfe1e_L.jpg )
Berfa ku duh li bajêr lê kir û bi tesîr bû di jiyana rojane da bû sedema zehmetiyan. Ji ber berf û pûkê rêya 5 gundên li ser navendê, 6 gundên li ser navçeya Xozatê, 3 gundên ser navçeya Mazgîrtê, 5 gundên ser navçeya Nazimiyeyê, gundekî li ser navçeya Pulumurê û 5 gundên li ser navçeya Pertekê ji çûn û hatinê ra girtî ne.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr a ku ji bo vekirina rêyan dest bi kar û xebatê kiribûn li ser karê xwe ne.
Banews