• Thursday, 25 April 2024
logo

Mirovxwarek hat desteserkirin

Gulan Media November 21, 2020 Corane
Mirovxwarek hat desteserkirin
Piştî dîtina termê zilamekî ku bû du meh li bajarê Berlîna paytexta Almanyayê winda bû, dozgerê giştî bal dikşîne ser tawaneke mirovxwariyê.

Rojnameya Bild a Almanî ragihandiye ku ew zilamê windabûyî, qurbaniyê destê kesekî mirovxwar e, piştî kuştinê laşê wî xwariye û tawanbar eşkere bû û hat desteserkirin.

Li gor zanyariyan, tawanbar mamosteyê matematîk û kîmyayê bûye li dibistaneke bajarê Berlînê û bi rêya grûpên chat ên hevregezxwazan, ligel qurbaniyên xwe ketiye têkiliyê.

Tawana wî, piştî dîtina parçeyeke hestiyê qurbanî li daristanekê, eşkere bû, ku temenê wî 44 salî ye û karker e û nîvê şevê piştî ku ji mala xwe derketiye, winda bûye.

Dozgerê Giştî yê Berlînê eşkere kiriye ku piştî lêgerîna li mala tawanbar, erebeyeke destan û sarkerekî mezin li jêrzemîna malê hatine dîtin.

K24
Top